Dema ku însanan dev ji taybetmendiyên civaka xwezayî berdane û bi nirxên xwezayî re îxanet kirine, însaniyetê êdî rojek xwe ya xweş nedîtiye. Hemû fikrên beriya kapîtalîzmê vê nîşanî me dide. Tenê kapîtalîzm û emperyalîzm vê nakin. Tu carî behsa demên derbasbûyî nakin. Tam berovajiyê vê kapîtalîzm dibêje; “her tiştê beriya kapîtalîzmê hovitî ye. Çiqasî em ji wê hovitiyê birevin, ew qas em nêzikî heqîqetê ne.” Yanî tu çiqas ji van nirxên xwezayî weke wekhevî, piştevanî, taybetmendiyên însanî dûr bikevî, ew qas nêzikî heqîqetê dibî.
Di kapîtalîzmê de civaka xwezayî tune ye. Di kapîtalîzmê de civak hemû çêkirî ye, li ser esasê berjewendiyên serdestan hatiye çêkirin. Ji bo vê emperyalîzm di van aliyan de ji hemû sîstemên berê xeternaktir e. Çima ew qas xeternaktir e? Ji ber ku xwe weke sîstemeke nayê guftugokirin dibîne. Kapîtalîzm xwe tu carî lêpirsîn nake, dema dikeve nava zor û zehmetiyan, neçar dibe ku hinekî rexnedayînê bide, di asta ferdan de wê rexnedayînê digire dest. Yanî sîstem baş e, têkûz e û di navê de hinek kes tevlîheviyê dikin. Ji van ferdan re jî dibêjin çavbirçî, çavteng û timah. Ev bûye sersedema ku sîstem hinek pirsgirêkan bijî, ji bo vê jî hinek tevdîrên teknîkî, burokratîk dixwazin her dem krîzê çareser bikin. Ne ku sîstemê bi xwe lêpirsîn bikin, tu carî sîstema xwe lêpirsîn nakin!
Wê demê kapîtalîzm vê dibêje: “Hemû dîroka cîhanê dîrokeke hoveberiyê ye, dîrokeke paş de mayînê û xerabiyê bûye. Cîhan di şexsê kapîtalîzmê de gihîşt rastiya xwe.” Tevî vê rastiyê jî hinekan qebûl nekirin, hezim nekirin û herwiha têkoşîn li hemberî kapîtalîzmê dane meşandin. Kî bûn ên şer kirî û sîstema kapîtalîzmê qebûl nekirin? Sosyalîzm bû, komunîzm bû, dewletên sosyalîst bûn. Di encamê de ew jî şikestin. Herwiha sîstema kapîtalîst sîstemeke mutleq e, sîstemeke heqîqetê ye, her kesên ku li dijî wê têbikoşin mehkûmê binketinê ne. Kapîtalîzm xwe bi vî rengî dide nîşandan.
Ji bo vê li gel kapîtalîzmê îdeolojî tune ye, dema têkoşîna îdeolojî jî tune ye. Tenê tiştek heye ew jî nirxên gelemperî ne. Çi ne ew nirxên gelemperî? Ew nirxên polîtîk, hiqûqî, exlaqî û çandî, yên ku li Londonê çêdibin, ên li Washintonê çêdibin, yên li Amsterdamê çêdibin in. Ew nirx ne tenê ji bo wan deran e, ji bo her derê cîhanê ne. Lewra mirovekî Çînî, Kurd û Ereb jî divê wan nirxan qebûl bike. Eger qebûl neke, wê demê krîzê dijî. Heke di roja me ya îro de li Kurdistanê krîz heye, heke li Îraqê krîz heye, li Afganîstanê krîz heye, li Hindistanê krîz heye, dibêjin ji bo çi krîz heye? Zû zû ev nirxên kapîtalîst ên ku li Ewrûpa Rojava û Bakurê Emerîkayê hatine pêkanîn, di hundirê xwe de nedane rûniştandin, lewra krîzê dijîn. Lewra kapîtalîzm dibêje: “Eger hûn bibin parçeyek ji vê sîstemê pirsgirêkên we jî wê nemînin.”
Da ku ev pêk bê jî çi pêwîst e? Pêwîst e ku ev gel ji rastiya xwe dûr bikevin. Ji rastiya xwe ya civakî, çandî, exlaqî dûr bikevin. Lewra emperyalîzm li ser gelan dixwaze bêhêziyê ferz bike. Bê îdeolojîbûnê dixwaze ferz bike. Ji ber çi, ji bo rehet fikrê xwe bide rûniştandin û belav bike.
Eger fikrê me hebe, em ê pirsgirêkê di kapîtalîzmê de bibînin. Ger fikrê me tune be em ê pirsgirêkê di kapîtalîzmê de nebînin. Bala xwe bidinê mînak, em bi rexnegirî li kapîtalîzmê temaşe dikin. Em kapîtalîzmê rexne dikin, gelo em ji ber çi, ew qas rexne dikin? Ji ber ku Rêbertiyek me heye û ji bo me fikir pêşkêş dike. Li ser fikrê Rêbertiyê em perwerdê dibînin. Amûrên me yên îdeolojîk hene. Ragihandin, xebatên çandê hene, her çiqas lewaz bin jî, lê di encamê de em xwe di zemînekî fikrî de dixwazin pêk bînin. Yan jî em dixwazin di zemînekî fikrî yê diyar de xwe pêk bînin. Em ê ji kê aciz bibin, em ê kê qebûl bikin, em ê çi red bikin û çi bawer bikin? Lewra li hemberî emperyalîzmê em çi ne? Em şiyar in, em rexne dikin, lê li kêleka me mirov temaşe dike, gelek kes Kurd in yan jî Ereb û Tirk dibin, lê tu hêza wan a redkirinê tune ye. Tenê qebûl dikin, teqlîd dikin. Ji ber vê jî em bala xwe bidinê ev kes ji bo nirxên xwe yê neteweyî, civakî têkoşîneke baş nikarin bidin meşandin. Xwe wer birêxistin bikin, rêxistina xwe ava bikin, têkoşînekê bidin meşandin, lê nikarin vê bikin. Sedem çi ye, ji ber ku fikrê wan ê cuda tune ye. Teqlîdê esas digirin, lêpirsînê nakin, lewra emperyalîzm dixwaze vê bide rûniştandin.
Şerê li hemberî îdeolojiyê, dûrxistina însanan ji têkoşîna îdeolojiyê ye, armanca wê ya bingehîn ev e. Da ku însan bigihîjin astekî ku nikaribin tiştekî red bikin û bêjin na. Ji bo ji her tiştî re bêjin erê, bi vî rengî mafê xwe yê redkirinê wenda dikin. Yanî wan ji hêza redkirinê mehrûm dikin. Ev xaleke gelekî girîng e.
Heta ku hêza îdeolojîk di nav gelekî de hebe, ew gel radest nabe. Lewra emperyalîzm vê baş dizane. Hemû serkeftinên siyasî, leşkerî û ekonomî, lewaz in û kêm dimînin. Heger bi serkeftineke îdeolojîk temam nebin, hemû serkeftinên siyasî, leşkerî û ekonomî wê kêm bimînin. Kengê serkeftin dibin serkeftin, dema ku bi serkeftina îdeolojîk temam bû dibin serkeftin. Wê çaxê hêzek dikare bêje ez serkeftî me. Eger ew nebe nikare bêje ez serkeftî me.
Em bala xwe bidinê: Emerîka derbasî Îraqê bû, di navbera çend rojan de derbas bû, ji 20’ê adara 2003’yan dest bi tevgerê kirin, 10’ê nîsanê Bexdayê girtin. Yanî di navbera bîst rojan de kete paytexta Îraqê. Ji milyonekê zêdetir leşkerên Îraqê hebûn; tang, top, hemû rengên sîlahê wê hebûn. Bi hezaran serbazên wan hebûn, ev hemû jî hebûn. Lê beramberî hêza Emerîka ya leşkerî nikaribû li ber xwe bide. Ji bo vê di bîst rojan de Emerîka kete Îraqê. Di aliyê siyasî de Emerîka rêveberiyek derxistin û ew rêveberî li gorî xwe rengekî rêvebirinê di Îraqê de peyda kir. Heta roja îro jî bi rengekî ji rengan tê revebirin û meşandin.
Di aliyê ekonomî de jî pazara talanê pêş xist. Lê em bala xwe bidinê Emerîka lewaz e, piştî hilweşandina Sedam, em temaşe dikin hejmara leşkerên wê yên kuştî ber bi pênc hezaran ve diçe. Her rojê hejmar zêdetir dibe.
Di aliyê madî de li şûna ku peran qezenc bike, em temaşe dikin ku bi trîlyonan perên wan tên xerckirin, Îraq ji Emerîkayê re weke lîtavekê ye (bataklik). Lê li vir çi ye ku li ber xwe dide û nahêle Emerîka rûne? Emerîka di aliyê siyasî û leşkerî de jî bi ser ket, lê di aliyê îdeolojî de hîna bi ser neketiye. Heta di aliyê îdeolojî de bi ser nekeve, ew serkeftina wê ya siyasî û leşkerî hinekî bi sînor dimîne. Yanî hetanî gel di Îraqê de bi temamî dest ji rastiya xwe ya civakî, çand û exlaqê bernede û hemû tiştên ji derve tên teqlît neke, sîstema siyasî û leşkerî ya ku Emerîka di vî welatî de daye avakirin wê lewaz bimîne.
Nivîs ji pirtûka Şehîd Rustem Cudî ya bi navê ‘Îdeolojî’ hatiye girtin.