Gerîlayên Şerê Gel ê Şoreşgerî “Wekî kûantayan li her derê ne lê ne li tu derê ne”

0
156

Ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA Starê Şerda Mazlûm Gabar encamên civînên Konseya Fermandariyê ya YJA Star û HPG’ê, asta têkoşîna gerîla ya sala 2022’an, êrişên nû yên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ku tê gotin wê PDK jî tevlî bibe, pozîsyona gerîla ya li dijî van amadekiariyan û pênaseya ‘gerîlayên kûantûmîk’ ku ji bo gerîlatiya serdema nû tê bikaranîn, ji ANF’ê re nirxand.

Li gel berxwedana dîrokî ya gerîla ku di sala 2021’ê de li dijî êrişên dagirkeriyê nîşan da, bloka faşîst a AKP-MHP’ê bi gotina ‘zivistana dawî ye’ îdîa kir ku wê hêzên we îsal îmha bikin. Lê belê YJA Star û HPG’ê bi civînên Konseya Fermandariyê dest bi sala 2022’an kirin. Di van civînan de kîjan nirxandin û encam derketin pêş?

Me sala 2021’ê li pey xwe hişt ku salek bi şerekî giran bû. 2021 bû saleke welê ku lehengan di asta fedaîtiyê de mohra xwe li dîroka azadiyê xistin. Di şerê gel ê şoreşgerî de bi gerîlatiya modernîteya demokratîk qonaxeke nû destpê kir. Gerîla careke din bi pratîka xwe nîşan da ku stêrkeke dibiriqe. Bêguman hîn pirsgirêkên me, nakokiyên me, rêbazên me hene ku me nekarî çareser bikin û derbasî sala 2022’an bûne.

Di civînên xwe yên Konseya Fermandariyê yên HPG û YJA Starê de me hem nîqaş ji bo çareserkirina van pirsgirêkan kirin, hem jî plansaziya serxistina sala 50’emîn a serketinê amade kirin. Civînên me yên Konseya Fermandariyê di atmosfereke welê de pêk hat ku divê hêjayî şehîdên me yên Siyanê, Werxelê, Girê Sor û Zendûrayê bibe. Bi bîr û baweriya ‘eger em dikarin civînê bikin û li hev bicivin ev yek bi saya şehîdên me ye’ me nîqaşên xwe kir. Mijara esasî ya nîqaşê ya civînên me, tecrîda li ser Rêberê me û konsepta qirkirinê ya li ser gelê me bû. Bi berxwedana hêzên me yên gerîla re, dijminê ku dixwest çokê li me bide tewandin, bi xwe çok tewand. Faşîzma ku ji bo me digot, ‘ev zivistan ji bo wan zivistana dawî ye’, di pîrozbahiyên Newrozê de bi rengekî bi heybet ji aliyê gelê me ve hate nîşandan ku ev zivistan wê bibe zivistana dawî ya faşîzmê. Her kesî careke din dît ku welatê me welatê agir û rojê ye, em zarokên agir û rojê ne. Di Newroza azadiyê ya Rêbertî de hate dîtin ku em ê li cîhaneke bêyî Rêbertî nejîn û nehêlin kes bijîn. Yên ku sala 2022’an ji bo PKK’ê weke ‘sala bêhnçikandinê’ pênase dikirin, bi çalakiyên gerîla, bi pîrozbahiyên Newrozê bêhn li wan çikiya û welê li wan hat ku nikaribin biaxivin. Gerîla li Zapê, Xakurkê, Metîna û Avaşînê, di nava berfê, zivistanê, sermayê, baranê û heriyê de bi çalakiyên xurt derbên giran li dijmin xistin.

Mîna ku hevalê me yê Berdevkê HPG’ê jî beriya niha bi demekê eşkere kir, li Bakurê Kurdistanê di nava sê mehên dawî de zêdeyî 8 hezar operasyon li dijî hêzên me yên gerîla hatin kirin û tiştek bi hêzên me nehat. Wê demê hate ragihandin ku êrişên hewayî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî 342 êriş bûn. Piştî wê jî li ser Metîna, Garê, Zap û Avaşînê bombardûmanên giran hatin kirin. Şefên faşîst bi xwe ev yek gotin. Destpêkê li Siyanê, piştre jî li Zendûra û Girê Sor çekên kîmyewî bi kar anîn. Dijminê ku li şikefta Werxelê li hemberî hêza me ya gerîla ya bi pêşengiya hevalên Cûmalî û Çavrê tengav bû û têk çû, bi çeka kîmyewî ya bi navê termobarîk hevalên me bi namerdî şehîd xist. Cîhana ku îro îdîa dike ku Rûsya li Ûkraynayê çekên kîmyewî bi kar tîne û qiyametê radike, dema ku mijar dibe Kurd û gerîlayên PKK’ê xwe li ker, kor û lalbûnê datîne.

Êrişên dagirkeriyê yên par di 23’ê Nîsanê de li ser herêmên Metîna, Zap û Avaşînê hate destpêkirin, salek li pey xwe hişt. Di van êrişan de cebilxaneya ku di şerên cîhanê de ewqas nehatiye bikaranîn, hate bikaranîn lê hêzên me yên gerîla di vî şerî de bi îrade, bawerî, hezkirin û dilsoziya xwe dijmin têk birin. Em şehîdên xwe yên leheng careke din bi rêzdarî û minet bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku armanca wan a ji bo Rêbertiyê Azad û Kurdistana Azad pêk bînin.

EM Ê SALA 50’EMÎN BIKIN SALA SERKETINÊ

Di sala 2022’an de ku sala 50’emîn a avabûna tevgera we tê pîrozkirin, hûn ê bi stratejiyeke çawa ya parastin û êrişê tevbigerin?

Tevî ku di nava salê de lehengî û berxwedana bêhempa hate nîşandan jî, di civînên me de tespîta wê yekê hate kirin ku divê em serketinên stratejîk biafirînin. Bêguman vê berxwedanê û sekna esîl a gerîla, polîtîkayên demkî yên hêzên dijmin pûç kir. Di sala 2022’an de em di pêvajoyeke welê de ne ku ne tenê pûçkirina êrişan êdî pêwîstî bi wê heye ku dijmin bê têkbirin ji bo careke din nikaribe êriş bike. Di civînên me yên Konseya Fermandariyê de ji bo bersiv ji pêvajoyê re bê dayin, biryara hate wergirtin ku li dijî êrişên topyekûn di stratejiya şerê gel ê şoreşgerî de şerekî bi şêweyê hevgirtî û komple bê meşandin. Li hemberî êrişên li ser Rêbertî, di xeta Zîlan de divê helwest bê nîşandan, di fermandarî û şervaniyê de hem bi çalakiyê hem jî bi feraseta jiyanê divê berê xwe timî li serketinê be û bi vê biryardariyê şer bê kirin.

Me têkoşînek ji nîv sed salî li pey xwe hişt. Em bi îdîa û biryar in ku Sala 50’emîn a PKK’ê bikin sala serketinê. Ji bo vê jî di nava salê de me stratejiya şerê gel ê şoreşgerî hîn bi kûrahî fêhm kir û em ê bi cih bînin. Stratejiya şerê gel ê şoreşgerî ku şêweyê nirxandina nakokiyên bingehîn ê sedsala 21’ê û çareserkirina wan e, ji bo tevgera me ya ku li gorî stratejiya şerê gel ê demdirêj ê destpêka salên 1970’î ava bû, bûye stratejiyeke esasî. Bi şerê gerîla re gelê Kurd ji rewşa gelê înkar û îmhakirî hate rizgarkirin û bû gelekî xwedî nasname. Hevsengiyên cîhanê yên ku bi salên 1990’î re hatin guhertin û hem têkoşîna bindestan hem jî pêşketinên teknolojîk neçar hiştin ku di stratejiya têkoşînê de guhertin bêne kirin. Di vê çarçoveyê de hinekî bi derengî jî be tevgera me li gorî pêşdîtinên Rêbertiya me guhertineke bi vî rengî ya stratejîk kir. Têkoşîna me ya giştî stratejiya xwe weke stratejiya şerê gel ê şoreşgerî destnîşan kir û karên şoreşê jî li gorî vê yekê birêxistin kir. Gerîla di meşandina vê têkoşînê de çavkaniya esasî ya hêzê ye. Qonaxên têkoşînê her wiha şêweyê meşandina şer cuda jî be gerîla hêza bingehîn e ku vê têkoşînê bi serketinê tacîdar bike. Lewma pîvanên bingehîn ên gerîla û bicihanîna van pîvanan di asta herî bilind de, cewhera feraseta şerê serdema nû ye.

Gerîla li gorî stratejiya hate guhertin çeperên xwe danî, armancên xwe yên taktîkî, qada xwe ya tevgerê û armanca ji bo têkbirina konsepta tunekirinê ya dijmin diyar kir û bi vî rengî rêveçûna nû destnîşan kir. Hêzên me yên HPG û YJA Starê hêza misogerî û temînatê ya nirxên têkoşîna 50 salî, Rêbertiya me, şehîdan û gelê me ye, hêzeke ku xwe bi vî rengî bi rêxistin kiriye. Hêzeke ku xwe bi van hincetan bi rêxistin kiriye, beriya her tiştî divê bi giraniya vê berpirsyariyê, fedakarî, berpirsyariya wijdanî tevbigere. Bêguman li gel van mijaran her wiha li ser bingeha xusûsên ‘Berpirsyarî bi rengê herî baş çawa dikare bi cih were anîn, ji bo vê amadekariyeke çawa, çalakî û rêbazeke çawa divê?’ di nava kûrbûnekê de ye. Ji bo fermandar û şervanên me gelekî girîng e ku rêveçûna pêvajoya siyasî û leşkerî bi rengê herî xurt bê şîrovekirin û bersiva herî xurt jê re bê afirandin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên nava rêxistinê û têkbirina siyaseta tunekirinê, Rêberê me beriya bi salan roleke mezin dabû hêzên me yên HPG û YJA Starê. Lewma jî serxistina vê wezîfeyê erka me ye. Em ê mohra serketinê li çarenûsa Kurdan û jinan bixin. Ti hêz wê nikaribe li pêşiya vê bibe asteng û nikaribe me bisekinîne.

Di vê pêvajoyê de ku bi krîzên siyasî, civakî û aborî cîhan di nava kaosê de ye, ji bo karibin bersivê bidin bendewariyên gelê Kurdistanê hûn di nava guhertin/nûbûneke çawa de ne?

Nîqaşên jinûve avabûnê yên li nava karên me yê leşkerî, ji bo me nîqaşeke nû nîne. Ne tenê ji bo me, ji bo tevahiya hêzên cîhanê mijareke ku tê nirxandin. Li tevahiya cîhanê pêvajoyeke kaosê û lêgerîna guhertinê ye. Em jî di vê rêgeha guhertinê de tevgereke xurt û azadîparêz e. Demeke dirêj e em nîqaşeke bi vî rengî dikin, kûr dibin û hewl didin şênber bikin. Nîqaş hem ji aliyê guhertinên zîhniyetî hem jî ji aliyê sîstema rêxistinî ve têne kirin. Di nava vê de çi hene? Di nav de sazî hene, îradeya pêkanîna fermandariya xwe heye. Jin, mêr, kesayet divê hunera xwe bi pêş ve bibe û di nava şer de xwe bi rengê herî xurt bike xwedî îrade. Di rêbaza me ya gerîla de ku tevlîbûna şexs diyarker e, zemîneke welê afirandiye ku her kes bi îradeya xwe dikare tevlî bibe, biryarê werbigire, bi berpirsyarî rabe, xwedî fikrê cuda û dewlemend be, di heman demê de bi hestên mezin karibe bijî, karibe bixebite û hunera xwe bi pêş ve bibe.

Gelo em tam bi vî rengî ne, me kariye hemûyan bi cih bînin? Em nikarin bêjin ku li gorî xeta şerê gel ê şoreşgerî me jiyan, şer, kesayetî, têkilî û sîstema xwe ya rêxistinî bi temamî ava kiriye. Sosyolojî û rastiya jin û mêr a civaka Kurd, ji ber zîhniyetên paşverû yên nava xwe, civakeke ku hînî jiyana azad bûye nîne. Ev hemû di pratîkê de pirsgirêkên bicihanînê diafirîne. Ev yek di nêzîkatiya li şexs de, di rastiya fermandariyê de dikare xwe îfade bike yan jî di pratîkê de bi astên cuda xwe nîşan bide. Bêguman ev hemû weke pirsgirêk derdikevin holê. Em van ji aliyekî ve weke pêşketinê jî dibînin. Ji ber ku em hewl didin ku xwe li gorî armancê birêxistin bikin, bijîn. Rastiyeke zindî û bi tevger eger di nava lêgerîneke têkoşînê de be, wê şaşitiyên xwe jî hebin. Ya girîng ew e ku encam ji şaşitiyan bêne derxistin, bêyî ku di bin de bieciqe dersên hînkar jê bêne wergirtin.

JIYANA TIMÎ YA BI RÊBERTÎ RE

Di civînên Konseya Fermandariyê ya YJA Star û HPG’ê de têkildarî mijarên ku we behs kirin, di kîjan astê de nirxandin hate kirin?

Di civînên xwe yên Konseya Fermandariyê de ku me sala 2021’ê pêk anîn, bi esasî vê yekê îfade dikin. Lêgerînên me, armancên me ji xwe eşkere ne. Lê belê li pêşberî van armancan ji aliyê me ve kîjan şaşitî derketin holê? Ji aliyê zîhniyet û pratîkê ve şaşitiyên me çi ne? Asta têkiliyên me ya ku bandorê li şer dike, pêşvebirina îradeya şexs, bûyîna xwedî karekterekî adîl û azadîparêz li nava rêveberî yan jî fermandariyê, mijarên sereke bûn ku me nirxandin. Ya girîng ew e ku di sala 2022’an de wezîfeyên hîn zehmet hildin ser milê xwe, berpirsyariyên dîrokî û rojane bi rengekî hevpar bêne hilgirtin. Em artêşa gerîla weke artêşa fedaiyan pênase dikin. Pênaseyeke ku em gelekî bi kar tînin. Fedaîtî ne tenê ji aliyê giştî ve tevlîbûna li çalakiyê ye. Fedaîtî ji vê jî wêdetir e. Tê wê wateyê ku ji bo têkoşînê yan jî armancekê xwe bi temamiya ruhê xwe feda bike, rastiya xwe fedaî wê armancê bike. Ev yek di heman demê de hevaltiyên mezin jî bi xwe re tîne. Hevaltiyên mezin jî di heman demê de azadî ye. Fedaîtî, lêgerîna li edaletê, lêgerîna li azadiyê divê bi hev re bêne bilêvkirin. Ji vî alî ve dema mirov binirxîne, hingî wê were dîtin ku hêzên me yên gerîla ji artêşên din cudatir ne ji ber neçariyekê, lê belê ji ber daxwaza li jiyana azad, azadî û edaletê li hev kom bûye. Lewma têkiliyên me jî divê azadîparêz bin. Mirov dikare bêje ku jiyana me, şerê me bi giranî xwe ji karakterekî bi vî rengî xwedî dike.

Fermandar û şervanên me yên HPG û YJA Starê ji xwe re her tim kirine armanc ku hîn bi xurtî tevlî pêvajoya guhertina stratejîk bibin, li ser vê bingehê îradeya pêşeng a jinê mohra xwe li pratîkê bike û ev yek xistine meriyetê. Ji bo tevlîbûneke hîn xurtir a li gerîlatî, siyasetê, çand, huner û jiyana civakî, ji bo afirandina mirovên azad li nava jiyana azad biryardariyeke xurt destnîşan kirine. Civînên me yên Konseya Fermandariyê di vê çarçoveyê de pratîka me ya sala 2021’ê ji aliyê nîşandana guhertina stratejîk a giştî ya têkoşîna me ya gerîla ve weke pêngaveke girîng pênase kir.

Ji karekî biçûk ê pratîkî heta bi pirsgirêkên îdeolojîk û rêxistinî yên mezin, heta bi pirsgirêkên taktîkî yên leşkerî divê karekî welê bê kirin ku hewl dide xwe bi pêş ve bibe, vê yekê ne tenê ji xwe re dihêle her wiha hevalên xwe jî dike hevpar, perwerde dike û dîsîplîn dike. Ji aliyê sekna fermandariyê ve jî nîqaş li ser wê hate kirin ku divê sekna ne mîna fermandarên di artêşên giştî de bê nîşandan, xwe bi pirsgirêkên rojane asteng neke, yan jî ne tenê hewl bide bersivê bide pirsgirêkên rojane, li şûna vê sekneke tevlîkar divê çawa be, nîqaş li ser wê hate kirin. Bêguman dema ku ev hate kirin, nêzîkatiyeke welê hate nîşandan ku weke milîtanekê/î sekna xwe ya stratejî destnîşan bike, wateyê bide vê û li ser vê bingehê çareseriyê pêk bîne. Dema ku me jiyan û pratîka xwe bi rêxistin kir, pîvana esasî divê JIYANA TIMÎ YA BI RÊBERTÎ RE be. Kesayetiyeke/î welê bê avakirin ku 24 saetan timî dixebite û enerjiya xwe heta dawiyê tevlî dike. Gelekî girîng e ku em xeta neteweperestiya paşverû ya li têkoşîna me û gelên Rojhilata Navîn tê ferzkirin bibîne, ji kûrahî ve fêhm bike û li ser xeta Zîlan bersivê bidin vê yekê. Em vê yekê ne tenê weke sekneke pratîkî dibêjin. Bêguman ji aliyê nêzîkatiya giştî ya siyasî, leşkerî ve em di nava karekî çawa de bin, wezîfeya me çi be, mîsyona me çi be, li hemberî van hemûyan divê em weke xeteke azadîparêz helwestê nîşan bidin, milîtaniya vê yekê destnîşan bikin.

ŞIRÎKATIYA PDK’Ê YA BI DEWLETA TIRK RE LI PÊŞ ÇAVAN E

Dema dawî di nava raya giştî ya Kurd û medyayê de belav bû ku tê gotin, dewleta Tirk ji bo êrişên nû yên dagirkeriyê amadekariyan dike û PDK Jî wê bi rengekî çalak tevlî van êrişan bibe. Li hemberî êrişên nû yên berfireh ku hêzên xwecihî jî tevlî bibin, hêzên we yên gerîla wê di nava berxwedaneke çawa de bin?

Yek ji nîqaşên berfireh ên van rojên dawî ew e ku wê operasyonek li hemberî Başûrê Kurdistanê bê kirin yan na, wê PDK tevlî vê operasyonê bibe yan na. Nîqaşa ku herî zêde niha tê kirin ev e. Ev nîqaş pûç e, berevajîkirina rojevê ye. Li Başûrê Kurdistanê ne tenê operasyon tê kirin, ji xwe Başûrê Kurdistanê hatiye dagirkirin. Niha mijara nîqaşê ye ku PDK wê tevlî vî şerî bibe yan na, wê çawa tevlî vî şerî bibe. Eşkere ye ku PDK hevkar û şirîkê van êrişên dagirkeriyê ye. Ji mal û milkên Nêçirvan û Mesrûr Barzanî tê fêhmkirin bê Kurdistanê çawa difiroşin û jiyana xwe li ser xwîna şehîdan ava kirine. Pêwîstî bi şîrove û nîqaşeke ji vê wêdetir nîne. Sala 2007’an gotineke rayedarekî Emerîkî gelekî balkêş e ku li cîhanê veguheriye polîtîkayê. Rayedar digot, ‘Eger tu nikare pirsgirêkê çareser bike, hingî hinekî din mezin bike’. Ev nêzîkatî û rastî bi taybetî li Başûrê Kurdistanê jî tê meşandin.

Aqlê faşîzmê xwe dispêre wê yekê ku li her qadê hewl dide rageşiyê zêde bike, dijberiyê çêbike û li ser vê yekê jî xwe serwer bike. Faşîzm bi vî rengî serwer bûye. Ji hesasiyet, rageşî û aloziyan dijberiyê û şer diafirîne. Ev xet ne bi hesasiyeta ji bo mirovahiyê, lê ji bo hesasiyeta hin kesên li ser desthilatdariyê hatiye diyarkirin û fatûreya wê jî li gelan hatiye birîn. Desthilatdar divê vê yekê ti carî ji bîr nekin; çareseriyên rast ên ji bo rageşî û hesasiyetan heta ku neyên dîtin wê we jî bişewitînin, ji ber ku xwedî karakterekî bi vî rengî ye. Bi taybetî PDK a ku di nava vê xetê de fetisiye, ketiye rewşeke welê ku êdî nikare ji vê xetereiyê bireve. Em ne di konjonktureke welê de ne ku bi demagojiyê bê derbaskirin. Ne zehmet e ku bê fêhmkirin bê xizmetê ji kîjan aqlî re dike. Lê belê rewşeke ku nayê qebûlkirin. Ji kîjan alî ve bê nirxandin jî ji bo PDK’ê nêzîkatiyeke bi vî rengî wê dawî lê bîne. Her wiha ti feydeya xwe li gelê me yê li Başûrê Kurdistanê û tevahiya gelê Kurdistanê nîne.

Neo-îttîhatperest bi ruhê Enver Paşa hewl didin qadeke nû ya şer biafirînin. Eger ev bihata wateya têkçûna tenê beşekê, wê ewqasî nehatibûya nîqaşkirin û nebûya mijareke hesas. Lê belê gotin û polîtîkayên elîteke har ku wê welatekî bişewitîne, li tevahiya Rojhilata Navîn di pirsgirêka Kurd de hin bûyerên nayên xwestin bi xwe re bîne, bi rastî jî cihê metirsiyê ye. Fikara tevgera azadiyê ne ji ber wê ye ku nikare êrişeke dagirkeriyê pêşwazî bike, yan jî ne ji ber lawaziyê ye. Ji ber ku her kes zane tevgera azadiyê di pozîsyoneke wiha de ye ku bi hêsanî ji her alî ve bersiva siyasî û leşkerî bide êrişên dagirkeriyê. Yên ku hinekî ji tatkîk û stratejiya leşkerî hinekî fêhm dikin, zanin ku her hêz li cografya xwe hîn serwer û bi avantaj e. Her wiha danhevî û tecrûbeyeke girîng heye ku bi têkoşîna gerîla ya bi salan hatiye afirandin. Li gorî bûyerên rojane û amadekariyên hatine kirin, tevlîbûna PDK’ê bi rengekî pratîkî li êrişeke dagirkeriyê ya heyî, her wiha derketina ji nava vê rewşê wê qet ne hêsanî be. Dema ku mirov ji aliyê siyasî ve dinirxîne, avantaj hîn bêhtir li aliyê tevgera azadiyê ye. Yên ku dîrokê ji dubarebûnê dibînin ew rêveberên bêaqil in, yên ku bêpirs didin pey wan rêveberên bêaqil in. Dîrok ne mehkûmî dubarebûnê ye! Dîrok ne mehkûmî wan rêveberên bêaqil e û ne mehkûmî yên didin pey wan rêveberên bêaqil!

Têkiliyên Kurd-Tirk bi polîtîkaya înkar û tunekirinê û bi berxwedana li dijî vê polîtîkayê hatin afirandin. Heta pêngava PKK’ê, hestên raperînê bêyî ku xwedî bingeheke îdeolojîk bin bi giranî bi şêweyê îsyankariyeke ji rêzê û wêrekiyê bû. Lê belê bi PKK’ê re warê raperînê çiya; li ser bingeheke îdeolojîk, polîtîk û leşkerî hate rûniştandin û hertimî bû. Çiya beriya her tiştî bi pîvana kesayetên azad û jiyana azad wêrekiya îdeolojîk afirand. Tevî ku bi salan e her cûre şerê taybet, şerî psîkolojîk, bombardûman û çekên kîmyewî têne bikaranîn jî nekarîn gelê Kurd bitirsînin, nekarîn pêşî li berxwedana gerîla bigirin. Wêrekiya îdeolojîk li dilan neqişî. Eger mirov hebûneke bi rûmet e, hingî teslîmî polîtîkayên qirkirinê nabe. Xiyanetê li meyla xwe ya azadiyê nake. Tu çiqasî jî hewl bide bi polîtîkayên qirêj, komployan, şerê psîkolojîk têk bibe jî tu yê di wê astê de berxwedêran biafirîne ku bi wêrekî li ber rabe. Ev yek rastiyeke diyalektîk e.

Rewşeke cidî ya berevajîkirina rojevê heye. Şerê taybet bi tevgera psîkolojîk bi giranî di dewrê de ye. Kes ranabe napirse, ‘Ewqas sal in li gel teknîka xwe, hêza xwe ya artêşê, îstîxbarata xwe, hêza xwe ya dewletê we êriş kir, çi bû? Terorîstê rastî kî ye? Di rewşeke welê de ku Rêberê gelekî dîlgirtî ye, nêzîkatiyek ku mîna tiştek bi vî rengî nîne gelo ne terorîzm e? Ji zarokê 12 salî heta heftê salî, qetilkirina mirovên me tenê ji ber Kurdbûnê gelo ne terorîzm e? Dervehiştina nûnerên rewa yên gelekî li derveyî siyasetê, gelo ne terorîzm e? Bi artêşa xwe ya bi deh hezaran kesî û hêza teknîkî, bi çekên kîmyewî êrişa li ser ciwanan gelo ne terorîzm e?’ Ev kiryar hemû nîşan didin ku dewleta Tirk terorîst e. Ya rast divê PKK ji lîsteya ‘terorê’ bê derxistin û dewleta Tirk li lîsteya terorê bê bicihkirin.

GERÎLATIYA NÛ YA LI SER COGRAFYAYÊ SERWER E

Li hemberî artêşa Tirk hûn asta gerîlatiya xwe çawa dinirxînin? Têkoşîna we ya gerîla ji aliyê felsefî/fikrî ve li ser kîjan bingehan ava bûye?

Ti tişt li cihê ku pêk hatiye namîne. Çawa ku gerîlayên li çiyê ne tenê şexseke, êrişên li dijî gerîla jî ne tenê li hemberî wan e. Şerê li dijî gerîla tê kirin, li dijî nirxên têkoşînê ye ku ew temsîla wê dikin, li dijî rastiya gel e, li dijî gelên heman cografyayê ye.

Îroj têkoşîna me ya gerîla her çar parçeyên Kurdistanê derbas kiriye û hatiye asta ku xîtabî Rojhilata Navîn bike. Bi ser de ev tişt jî derbas kiriye û bûye rastiyeke ku li her dera dinyayê hêzên li dijî pergalê feyzê jê bistînin.Wekî ku me diyar kir ev ne nîşanên vî tiştî ne ku em ji binî ve azad bûne lê li ser rêya rastiyê divê ev tişt biçûk neyên dîtin. Dema ku em vê asta geşedanê li civakê belav dikin, hin pirsgirêkên me hene. Pêdivî bi vî tiştî heye ku asta geşbûnê li civakê were belavkirin, torên xweparastinê yên ku di asteke bilindtir de wê encamê bi dest bixe, werin rêxistinkirin. Ji bo vê jî divê em bêtir li ser wê kûr bibin û tarzeke rêxistinkirinê ya ku xwe berfireh dike û avadaniyeke ku zû çareseriyê ava dike, saz bikin. Bi feraseta ku projeyên tevgera ma ye azadiyê bêtir pratîze dike, li hemberî êrişên mîkro û makro karibe xwe biparêze, li ber me wekî tiştekî ferz e.

Rêber Apo gerîlatiya şerê gel a şoreşgerî bi gotinên ‘wekî kûantayan li her derê ne lê ne li tu derê ne, carinan wekî pêlê carinan jî wekî parçeyan lê her dem di nav tevgerekê de ne û bi çalakiyên xwe bi awayê ku hev temam dikin, li temamî erdnîgariyê bi kûrahî xwe bi cih dike û hêza herî dînamîk a ku şoreşê ava dike’ pênase kiribû. Wekî ku ji vê pênaseyê tê fêmkirin, gerîlatiya sedsala 21’emîn gerîlatiya kûantumîk e. Le divê mirov ji gerîla û gerîlatiya kûantûmîk çi fêm bike? Fizîka kûantûmê li ser dibetiyan e, tê wateya hewldan û îradeya ku ew ê karibe dibetiyê pêk bîne. Ev dibe ku îradeya kes be dibe ku ya rêxistinê be. Lê tesadufên ku wê rê li ber dem û jiyanê veke jî bi xwe re pêk nayê.

Ji bo vê;

1-Gerîlatiya serdemê ji ya berê zêdetir xwe dispêre gerîlatiya hiş, îrade, afirandin, pisporî û dîsîplîna kes. Ji ber karakterê şer ê sedsala me, feraseta şervaniya wêrek a ku xwe dispêre cesaret û hestên kûr, ji bo bidestxistina serkeftinê bi tena serê xwe têr nake.

2-Yek ji prensîba sereke ya nediyariyê ye. Di warê gerîlatiyê de em dikarin vî tiştî wisa şîrove bikin. Karibe bibe hêza ku ne diyar e wê li ku be, çi bike, dijmin nikare fêm bike û tarza wê ya tevgerê hîn bibe,  dijmin texmîn neke ku gerîla li ku derê ye. Di gerîlatiya kûantûmîk de veşartîbûn pîroz e, ji ber ku veşartîbûn azadî ye. Veşartîbûn tê wateya tevger, tarza jiyanê û raza rêxistinî. Gerîlayê ku diyar e ku li ku ye û wê kîngê çi bike, di nav lepê dijmin de ye.

3-Di nav gerîlatiyê de çalakiyên mezin an jî biçûk, karên hêja yan jî beredayî, peywirên sereke û yên ne sereke tune. Qîmet û wateya her xebatekê heye. Her hevalek dikare xebatekê bike û karan bi rê ve bibe. Bêguman peywira sereke ya gerîla ev e ku li hemberî dijmin çalakiyên xurt bike. Lê dema çalakiyê dema herî dawîn e. Ji xebata perwerdehiyê heta xebatên binesaziyê, heke her tişt dema ku têkiliya wê bi armancê re hate avakirin wê qîmeta wê hebe. Tekane sedemeke zanîn, hilstendin û xwarina xwarinê heye, ew jî tolhildana Rêbertî û ya şehîdên me ye. Heke em girêdana kar û xebatên ku em dikin bi armancê re ava nekin, wê ev xebat ji me re bêwate werin û em ê bibin biyaniyên keda xwe. Ji peywira erzakan heta xebatên îstîhkamê her xebata ku gerîla kedê dide, ji bo me xebatên herî pîroz in.

4-Divê hêzên me yên parastina Kurdistanê li çiya, bajar, deşt, gund, tax û kolanan li her derê rêxistinkirinê ji xwe re bike esas û têkoşînê bi tenê di qadekê de sînordar neke. Lê gerîla li ku derê dibe bila bibe divê dev ji prensîb û qaîdeyên xwe bernede, bi hêz, bawerî û dîsîplîna xwe tevbigere.

5-Divê tempoya şerê gel a şoreşgerî, bêtir şoreşgerî be, divê ji bo demê bibe bersiv, bi performanseke mezin divê tevlî nav xebatan bibe, divê her dem li hemberî dijmin bibe gerîlayê demê.

6-Di warê tarza çalakî û tevgerê de, divê dogmatîkbûn û hînbûnên pratîk werin derbaskirin û bêtir afirîner bin. Mejiyê mirovan qayîşokî ye. Divê behremendiya tevgerê zêdetir bibe, kamûflebûn were xurtkirin. Divê prensîba ku kirina li ser wê hatiye fikirandin û fikira ku were kirin, wekî prensîba sereke be. Bi fermanan ne gerîlatî û ne jî çalakî tên kirin. Gerîla tê wateya ku divê rast bifikire, bi îradeya xwe biryarê bide û karibe têkeve nav tevgerê.

7-Temamkirin yek ji prensîba herî girîng e. Gerîlatî divê li gorî ruhê hevpar were kirin. Ruhê ku fikr bêyî fikar dikare were gotin, tişta şaş tê rexnekirin, xalên hevpar tên zeftkirin û bêyî ku şibandinek hebe jî fêmkirin pêk tê û yên cihê jî dikarin xwe îfade bikin. Ji vî tiştî re dibêjin ruhê momemtûmê. Dema li çavê hev dinihêrin dizanin çi hîs bikin û dixwazin çi bikin. Ne bi tenê fêmkirin e, di heman demê de bi qasî ku fêm kiriye temam jî bike. Bi taybetî di dema çalakiyan de xwe temam bikin, bi ruhê hevpar tevbigerin û karibin hev bişopînin.

8- Tarza lêdana di çalakiyan de bi bandor e û divê dijmin bide sekinandin. Şênber û zelal e. Dema ku berê xwe dide hedefê, ji bo ku encamên teqez bistîne, kîjan taktîka gerîla hewce be, divê wî tiştî hilbijêre û pêk bîne. Prensîba tercîhên têgihiştina azad di vir de derdikeve holê. Xurtbûna têgihiştinên leşkerî di warê hilbijartina hedefê û pêkanîna taktîkan de jî wê roleke bi bandor pêk bîne.

9-Bandora pinpinîkê di fîzîka kûantûmê de tê wateya guhertineke biçûk a di nav daneyên destpêkê de, encamên mezin û nayên texmînkirin ava bike. Çalakiya ku heval Zîlan di sala 1996’an de li dar xistibû, pêşiya xitimandina di taktîkan de vekiribû, êrişên li ser Rêbertî şikandibû û ji Kurdistanê heta hemû metrepolên Tirkiyeyê hemû kes ber bi azadiyê ve kişandibû. Ji Dêrsimê pêl bi pêl mezin bûbû û bandoreke xurt ava kiribû. Di serkeftina Garê de helwesta heval Şoreş û berxwedana di bin fermandariya heval Serhat Giravî de li Avaşînê hate kirin, nîşaneya bandor û vî ruhî ye. Ruhê berxwedan, azadî û qehremaniyê tevî helwesta van hevalan rê li ber vî tiştî vekiriye ku kesên ku ev heval nedîtine û ew nas nekirine jî bibin heyranên wan û li hemberî esaleta wan girêdayî azadiyê bin.

10-Yek ji prensîba bingehîn a kûantûmê ev e ku heke bawerî, hêz, hezkirin û manewiyata mirovan bala xwe bide ser hedefekê wê enerjiyeke muthîş û bi bandor derxîne holê. Hêza gerîla ya ku xwe rêxistin kiriye û bala xwe daye armancê, ji hemû teknîkan xurttir e.

11-Gerîlatiya kûantûmîk tê wateya gerîlatiya ku hiş, behremendî û afirîneriya kes derdikeve pêş.

12-Li gorî teorema fîzîka kûantûmê dema ku fotonan carekê têkiliyek bi hev re danîne, ew biçin ku derê jî dikarin têkiliyê bi hev re deynin û bi hev re bidin û bistînin. Di gerîlatiyê de girêdana ku bi rêhevaltî û partiyê jî tê danîn wisa ye. Çawa ku berê heval Eser diyar kiribû PKK’tiya ku gelekî biçûk a li ba wî, girêdanên xurt ava kiriye, kesên ku carekê PKK’ê nas bikin û di nav PKK’ê de bijîn, nikarin ji wê veqetin. Girêdana rêhevaltiyê girêdaneke wisa ye ku heke carekê di navbera we de girêdanek pêk hatibe, ne mumkun e ev girêdan ji aliyê dem û dûrahiyan ve were qetandin. Heke hûn hev nebînin û bi hev re neaxivin jî, hûn ê êş, bextewarî û fikrên hev jî hîs bikin. Tişta ku em dixwazin li vir bibêjin ev e ku di sala 2022’an de wê hêza me ya gerîla li çiya, bajar û newalan sal diwanzdeh mehan di nav berxwedaneke kûantûmîk de be.

Çavkanî: ANF

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here