NPG: Di çerçova Şerê Gel ê Şoreşgerî de divê ku gel li erka xwe xwedî derkeve

0
174

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi wesîleya meha Şehîdan peyamek weşand û qala şerê li Zapê, girîngiya vî şerî ji bo paşeroja Kurdistanê û herêmê kir.

Peyama Fermandariya NPG’ê wiha ye:

“Di têkoşîna me de meha Gulanê cihekî xwe yê taybet heye. Meha Gulanê, Meha Şehîdan e. 18’ê Gulanê Roja Şehîdan e. Em tevahî şehîdên meha Gulanê û şehîdên şoreşa Kurdistanê, di şexsê şehîdê yekem hevrê Hakî Karer, Xelîl Çavgun, Ferhat Kurtay, Mehmet Karasungur, Şîrîn Elemhûlî, Ozan Mizgîn, Azad Sîser û Çekdar Amedan de bi bîr tînin. Li hember bîranîna wan bejna xwe ditewînin. Sozê me dayî wan, em bi wesîleya vê meha pîroz cardin dûbare dikin. Em ê şopdarê wan bin, ji bo xem û xeyalê wan pêk bînin, em ê dilsozê wan bin û bi bilindkirina têkoşîna azadiyê xwedî li bîranîna wan derkevin.

Meha Gulanê di heman demê de ji bo gelê Tirkiyê û şoreşgerê Tirkiyê jî mehek girîng e. Şehadeta Denîz Gezmîşan, Îbrahîm Kaypakkayayan di vê mehê de pêk hatiye. Di heman demê de ji bo gelê Ereb jî meha Gulanê meheke girîng e. Ji aliyê rejîmê ya di Îttîhat Terak-î ya Osmanî de gelek welatperwer, rewşenbîr ê Ereb jî li Şamê hatin îdam kirin û wisa gihîştin şehadetê. Em şehîdên gelê Tirkiyê û Ereb jî bi vê wesîlê bi bîr tînin.

Li Kurdistanê meşandina têkoşîna azadî û demokrasiyê ne tiştekî ji rêzê ye. Ji ber ku welatê me hatibû înkar kirin û di bin kêra qirkirinê de bû. Meşandina têkoşîna azadiyê li aliyekî, mirov nikaribû navê wê jî bigota. Navê Kurdistanê anîna ser ziman, bi tenê xwe cesaretek dixwest. Li welatekî wisa ku di bin siyaseta qirkirin û tinekirinê de bû, meşandina têkoşîna azadiyê Rêber Apo wek têkoşîna hebûn û azadî pênase kir. Ango destpêkê diviya ku em li pêşiya tinekirinê rawestiyana û hebûna xwe misoger bikira û wisa doza azadiyê bimeşanda. Welatê me welatekî wisa bû. Ji bo wê jî têkoşîna azadiyê bi temamî ked û bi berxwedana şehîdan encex bi rê ve çû.

‘LI KURDITANÊ BI KED Û BERXWEDANA ŞEHÎDAN, GELÊ ME HEBÛNA XWE MISOGER KIR’

Li her welatekî, şehîd girîng in û di nirxên hemû welatan de, cihê şehîdan taybet e. Feqet li Kurdistanê ew hîn cûda ye. Ango li Kurdistanê bi ked û bi berxwedana şehîdan gelê me hebûna xwe misoger kiriye. Her şehîdek bûye dara jiyanê; bûye hêza têkoşînê û rê vekiriye. Her xeleka şehadetê, bûye bingehê hemleyên şoreşgerî û mezinbûnê.

Bi taybet hîn di destpêkê de di pêşengtiya Rêber Apo de pêşxistina ruhê hevaltiyê, girêdana hevaltiyê û girêdana şehîd di tevgera me de bûye hêvan, bûye bingehê Tevgerê û kaniya hêzê. Îro kaniya hêza me şehîdên me ne. Soz û peymanê hevaltiyê û şehîdan, soz û peymana herî pîroz e. Soz û peymana me bi gelê me re, bi Serokatiya me re û bi mirovatiyê re, li ser hîmê girêdaniya şehîdan kûranî qezenc kiriye. Ew soz rûmet e; rûmeta mirovatî ye. Hêz û îradebûna PKK li ser vî esasî çêbûye. Ango sozê me dayî, ji bo me rûmeta me ye, ji bo me haceta jiyana me ye. Li ser vî esasî soza me dayî şehîdên qehreman, em ti carî li erdê nahêlin. Taybetmendiya me, ango taybetmendiya her mîlîtanekî PKK’ê, herî esasî ev e. Girêdaniya nirxên mirovatî, girêdana siberoja azad, girêdaniya kûraniya dîrokê, çand û rûmetê di soz de derbas dibe. Soz û peymana me ji bo şehîdan dayî, li ser vê hîmê, bingehê îradebûn, cesaret û biryarbûna me ya zaferê ye. Em dizanin sozê me dayî şehîdan sozê serketina mezin, sozê zaferê ye.

Şehîdên me di dîroka têkoşîna me de rolek wisa leyîstin e. Ji bo me bûne kaniya hêzê, bûne bingehê biryarbûn û cesaretê. Îro jî şehîdên me çêdibin û qehremanên me hene. Vaye ev meheke li eyaleta Zapê û li heremeke eyaleta Avaşînê li hemberê tevahî teknolojiya serdemê, li hemberê wehşet û hovîtiya şaristaniya modernîteya kapîtalîst û qirkeriya rejîma Tirk a faşîst, berxwedaneke dîrokî û şerekî mezin heye. Di vî şerî de qehremaniyê pir mezin têne raber kirin. Em di va destana Zapê ya nû de hemû qehremanên vê berxwedanê, di şexsê fermandara hêja hevrê Mizgîn Ronahî û hevrê Rohat, Bahoz, Rûmet, Armanc, Rêber, Şaristan û Viyanan de bi rêzdarî û bi hurmet bi bîr tînin. Wana bi berxwedana xwe ya heya roja îro bingehê serketina şoreşê û bingeha têkçûna rejima hov a faşîst danîn e. Di va meha derbas bûyî de berxwedana hatî lidarxistin bi ked û qehremaniya şehîdan bingehê serketina mezin ava kiriye.

‘ŞER Û BERXWEDANA HEYÎ YA LI ZAPÊ NE JI RÊZÊ YE’

Êrişên dijmin ê di 14’ê Nîsanê de bi teknîk û 17’ê Nîsan’ê de bi giştî li ser eyaleta Zapê destpêkirî, ne êrîşekî ji rêzê ye. Berxwedana niha li Zapê dibe ne berxwedaneke ji rêzê ye; berxwedaneke dîrokî ye. Pir mezin û bi wate ye. Me beriya vê jî got ku, “ew şer, şerê hebûn û tunebûnê ye. Di vê çerçovê de berxwedanê tê meşandin, ji bo Serokatiya me, Tevgera me û ji bo siberoja gelê me û yên gelên heremê berxwedaneke dîrokî ye.”

Çima wisa ye? Tê zanîn, dewleta Tirk 7 sal beriya vê Peymana Dolmabahçe red kir û li hemberê me şer îlan kir. Piştî wê salekê ango 6 salan û vir ve li ser konseptekî nû hêzên dewleta Tirk li hevdû kirin. Ji bo  Kurdistanê siyaseta qirkirinê serwer bikin û sînorên Tirkiyê fireh bikin hemû baskên Tirkiyê di navbera xwe de Îtîfaqa Mîllî çêkirin.  Li ser vî esasî li hemberê Serokatiya me, li hember tevgera me û gelê me êrîşekî topyekûn meşandin. Di serî de sekna Rêber Apo ya li Îmralî li hemberê va êr,şê dijmin sekneke pir bi wate ye. Ji bo me hemûyan peyamekî girîng e. 24 sal in Rêber Apo bi îradeyeke mezin, bi sebreke bilind li hember zext û êşkenceya Îmralî gav paşve navêje û li berxwe dide. Tevahî zindan berxwedidin. Îro dijmin li hember zindanan wekî salên ‘80’î zilmeke mezin dimeşîne. Li hemberê vê jî berxwedana hevalan heye. Li hemberê gelê me û li hemberê siyaseta Kurd a demokratik û çep-sosyalîstan qirkirina siyasî û zilma faşîzmê bê navber berdewam e. Ev êrîşên faşîzan, zext û êşkence, li kêleka êrişên li ser gerîla her diçe hîn zêde kûr dibe.

‘GELÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ Û ŞENGALÊ BERSIVA PÊWÎST DAN DIJMIN’

Li aliyê din bi heman şêwazî li ser Rojava û Şengalê jî êrîşên dagirkeriya Tirk di vê serdemê de berdewam bû. Li hemberê vê berxwedana gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê, gelê me yê Rojava û gelê me yê Şengalê bersivên girîng dan û berxwedaneke bi rûmet û demdirêj bi rê xistin. Dijmin xwest li wir jî biçe encaman lê sekna şoreşê û gelê me bersivê pêwîst dan dijmin.

Li ser vî esasî dijmin di giştî de 7 sal in, lê li ser qonsepta qirkirinê ev 6 sal in li hemberî qada gerîla êr,şên tên meşandin de heya niha di gelek qonaxan re derbas bûye. Gelek berxwedanên mezin çêbûn. Ên bajaran û li serê çiyê gelek destanên qehremaniyê hatin ava kirin. Şehîdên me yên pêşeng çêbûn. Bi keda wan qehremanan hemû êrişên dijmin ê li ser qada gerîla û yê gîştî ti encam negirt û bi serneket. Bi taybet wek îradeyek ji polat sekna Rêber Apo û berxwadana şehîdan di 7 salê derbasbûyî de rê neda ku faşîzma AKP, MHP û Ergenekon li ti deveran serbikeve. Ne li Rojava, ne Şengal, ne Bakur û ne jî li Başûr; dijmin nikaribû planê xwe biser bixîsta. Bêguman ew hêsanî nebû. Bi ked û berxwedaneke mezin pêkhat.

Lê em dizanin deshilata AKP, MHP û Ergenekonê ji bo li Kurdistanê siyaseta qirkirinê serwer bike ava bûye. Ev hikumet, hikumetekî şer e. Hedefa xwe Mîsak-i Millî dagir kirin e. Ango Rojava û qismekî heremên Bakur-Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistan dagir bike. Cardin Iraq û Sûriyê bixe bin hîmaya xwe. Ew hikumet ji bo vê hatiye erkdar kirine. Ji bo ku bikaribin vê erkê pêk bînin, sîstema dewleta Tirkiyê guhart in; sîstema Serokkomariyê ava kirin ku, ji bo Tayîp Erdogan bikaribe bi yek destî vî şerî koordîne bike, hemû hêzên şer bi yek talîmatê bi rêvebibe. Wisa bikaribin bi ser bikevin. Di vî warî de hemû derfet dane dest wî.

Hêzên NATO jî ji bo siyaset û berjewendiyên xwe naxwazin artêşê Tirkiyê li hemberî Gerîlayê Azadiya Kurdistan têk biçe. Ji bo ku dewleta Tirkiyê li hember gerîla, di qonseptê nû de bi ser bikeve piştewanî ji dewleta Tirk re kirin. Rexmî hinek nakokî di navbera wan de hebûn jî NATO ji vê qonseptê re piştewanî kir. Bi taybet teknolojiya serdemê ya nû, a balafirê keşfa bi çek radestî Tirkiyê kirin. Ji bo ku Tirkiye bikaribe bi xwe çêbike û li hember gelê Kurd bixebitîne formûlê wê dan û ji bo Tirkiyê perçêyên teknolojîk ê girîng temîn kirin. Ew balafirê keşfê yê bi çek, weke çeka suîqastê ye. Hêzên modernîteya kapîtalîst nexwastin bi xwe bidin ku ji bo berpirsiyariya wê hilnedin ser xwe. Lê formûlê wê dane Tirkiyê. Bi destê Tirkiyê ew çekên sûîqastê dan çêkirin. Lê heya niha jî tê zanîn ku ew balafir hemû montaj e; perçeyên wê yên hesas Gladîo yê NATO ji wan re temîn kiriye.

‘LI PÊŞIYA DIJMIN SALEK MAYE; REJÎM PIR LAWAZ BÛYE’

Heman demê ji bo xeta Kurdê hevkar ne li dijî vê qonseptê be û heta li kêleka vê qonseptê cîh bigre jî ew hêzên biyanî hewldan pêşxistin. Di vê derheqê de jî lingê vê qonseptê yê Kurd jî tevger kirin. Li ser vî esasî dewleta Tirkiyê stratejiya xwe yê şer guhart. Kir stratejiya êrişa derve. Di vê çerçoveyê de di 26’ê Tebaxa 2016’an de êriş birin ser Cerablûs, cardin di 31’ê Tebaxa 2016’an de li hemberê Herêmên Parastina Medyayê li ser herema  Ertûşê êrîş destpêkirin. Lê rexmî van piştewaniyê teknolojîk û yê siyasî, dîsa rexmî ku hemû derfetên dewleta Tirkiyê yên aborî, siyasî û cîwakî xistin meriyetê. Di şerê dijî me hatî meşandin de ew bi serneketin. A niha li pêş wan salek maye; ango di qonaxa herî dawiyê de ne. Lê rejîm pir lewaz bûye. Aboriya xwe hemû di vî şerî de xerc kirin. Niha gelê Tirkiyê birçî ye. Hêjarî pir zêde li Kurdistana Bakur û li Tirkiyê pêş ketiye. Çima? Ji ber ku hemû aboriya Tirkiyê di şer de xerc kirin. Lê a niha rejîma faşîst a qirker dixwaze di vê salê de jî şansê xwe carek din tecrûbe bike.

‘DEWLETA TIRK HÊZÊN XWE YÊN DERVE Û HUNDIR HEMÛYAN DI VÊ ÊRIŞÊ DE BI KAR TÎNE’

Erdogan di vê salê de dixwaze hemû derfetên Tirkiyê yên dewletê bikar bîne. Cardin dixwaze ji rewşên siyasî û konjonkturel îstîfade bike. Taybet bi pêşketina şerê Ukrayna re nakokiya di navbera Rusya û NATO hîn kûr bûn. Ew jî dixwaze di vê navberê de bilîze û ji vê rewşê sûd werbigre. Wisa li hemberî me êrîşekî berfireh pêş bixîne. Heman demê tê zanebûn bi gelek hevdîtin û bazarên bi PDK’ê re hatin kirin wek lingekî vê planê dixwazin hêzên PDK jî li gor berê hîn zêde aktîf bikin. Cardin di giştî Kurdistanê de dixwazin hevkariya Kurd heya dawî bikar bînin. Hemû cerdevanên Kurdistanê bixe vî şerî. Ango dervehî welat, hindirê welat çi derfetên dewleta Tirkiyê hebe, ew rejîma faşîst-qirker dixwaze hemû bikar bîne. Ji bona hemberî me bi şerekî giştî teqez biçe encamê. Bi taybet di vê xusûsê de cîhekî hînî taybet dane bikaranîna çeteyên Daîş û El Nûsra. Di pêkanîna xeyalê xwe yê Osmanî de Erdogan dixwaze xeta El Kaîde û Xeta Îxvanî Muslimîn bixe xizmeta xwe. Di vê derheqê de ji bo xwe bike bingeh wisa ev şerê di 17’ê Nîsan’ê de li hemberî Zapê hatî pêşxistin amade kirin. Em dizanin hîn di zivistanê de amadekariyên vê yê siyasî, leşkerî, dîplomatîk pêş dixistin. Me ev pêvajoya dişopand; ne ku haya me  jê tunebû. Ango ew qonseptekî berfireh e. Lingên wê yê hûndir û derve hatiye amade kirin.

Ne tenê Heremên Parastina Medya tevahî Başûrê Kurdîstan, Mexmûr, Şengal û Rojava jî hedefa vê planê de ye. Diyar e ew dixwazin bi lez li Zapê encam bigrin û piştî wê jî tevgera xwe bi lez berdewam bikin û heya dawî biçin. Me dît ku li kêleka êrîşa li ser Zapê beşek hêzên Iraqê jî li hemberê Şengalê dest bi êrîşê kirin. Heman demê gelek deverên Rojavayê Kurdîstanê jî bi teknîk kirin hedef. Ango qonseptekî wisa bi giştî ye. Diyar e ku li hemberî mudaxeleyên hêzên Iraqê ger ku YBŞ û gelê me yê Êzidî bersivê pêwîst nedaba, wan dixwast cîh û warên parastî dest bidin ser,  YBŞ bê çek bikin û wisa gelê me yê Êzidî teslîm bigrin. Lê berxwedana li hemberî vê, hewldanên beşekî hikûmeta Iraqê a di piştewaniya PDK û dewleta Tirk de bê encam hişt. Heya niha rewş ne zelal e, lê ew êrîşê li ser Şengalê jî beşekî qonsepta giştî ye.

‘DIJMIN HETA NIHA LI TI DEVERAN LI HEMBERÎ ME BI SER NEKETIYE’

Dijmin heya niha li hemberê me li ti deveran bi serneketiye. Rast e! Hinek dever belkû dagir kiribin, lê armancê wan cûda bû. Armanca wan, bi temamî têkbirina Tevgera Azadiyê bû. A niha cardin dûbare dixwazin wisa hemlekî berfireh bi hemû derfetê xwe pêşbixînin û serbikevin. Ji bo wê şer destpêkê li Zapê destpê kirin û jê re gotin ‘Pençe Kîlît.’ Ango ew dibêjin ku, “em li Zapê derbê lêxin û encam bigrin, wê kîlît vebe û em ê bikaribin hemû deveran bixînin.” Hesabê wan ev e. Bêguman ew şer, ji bo rejîma AKP-MHP teqez şerê hebûn û tunebûnê ye. Heman demê ji bo ew siyaseta dewleta Tirk a qirkirinê jî şerê hebûn û tunebûnê ye. Ger ku ev hemleya wan jî têk biçe, êdî ew nikarin li ser deshilatê bimînin; ew nikarin êdî vê siyasetê bimeşînin. Ji bo wê, ev şer ji bo wan şerekî pir girîng e. Ew dixwazin teqez encam bigrin û tevgera me û hemû deskeftiyên gelê me tesfiye bikin. Lê heman tişt ji bo me jî wisa ye. Ango ‘ji bo me jî wek şerê hebûn û tunebûnê ye.’ Ji ber ku ev dijmin dixwaze hebûna xwe li ser tunebûna me ava bike. Ew dixwaze me tune bike û rejîma faşîst-qirker hebûna xwe dom bike, yan jî em ê wan têk bibin. Ger ew têk biçin wê rejîma faşîst nikaribe dom bike û berpirsiyarê wê jî wê bêne dadgeh kirin. Ango rejîma faşîst a qirker AKP û MHP dixwazin hebûna xwe li ser tunebûna me ava bikin. Ger sernekevin wê ew biçin dadgehê. Ji ber vê heqîqetê ew şera ji bo herdu aliyan jî di asta jiyanê de girîng e.

‘ŞERÊ LI ZAPÊ ŞERÊ ZÎRVEYÊ YE’

Li ser vê bingehê şerê niha li Zapê dibe, şerekî zîrveyî ye. Weke gerîla 38 sal in têkoşîna çekdarî tê meşandin. Niha di qonaxekî zîrvê de ye. Ew ji bo dijmin jî wisa ye. Wana hemû derfetên xwe komî serhev kirine. Ew jî li gor xwe şerekî zîrveyî bi vî rengî dimeşînin. Lê di vî şerî de derfetên em biserkevin hîn zêde ne. Beriya hemû tiştî doza me mafdar e û heqîqetek mezin e. Rêya me ango xeta Rêber Apo rast e. Perspektîfa me ya Şerê Gel ê Şoreşgerî  di cîh de ye; dikare me bibe serkeftinê. Li Kurdistanê têkoşîna Rêber Apo ya 50 salî di civaka me de li ser xeta jina azad û bi ruhê ciwanî sosyolojiyek nû a azadîxwaz û demokratîkxwaz ava kiriye. Li kêleka vê, tecrubeya me ya bi salan heye û gelê me îro di herêma Rojhilata Navîn de pêşengtiya têkoşîna azadî û demokrasiyê  bilind dike ye. Ew îradebûn û azadîxwazî  bingeha serkeftinê xurttir kiriye.

Em dixwazin stratejiya têkoşîna Şerê Gel ê Şoreşgerî cewherê wê kûr û nûjendî bikin. Nûbûn û kûrbûnê têde pêş bixînin. Di stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî de şerê gerîla heye, şerê gel heye, şerê parastina cewherî heye. Ango tevgerkirina parastina cewherî, beşdarbûna gel û şerê gerîla heye. Lê roja îro em di van xalan de hîn zêde ziravî û kûranî pêş dixînin. Di şerê gerîla de wek reform an jî şoreşekê em nûbûnê çêdikin. Em gerîlayê serdema nû, gerîlayê sedsala 21’emîn dixwazin ava bikin . Di şerê gerîla de rêbazê ‘Tîmê Pispor ê bi Tevger’ pêş dixînin. Heman demî di şer de kûrkirina pisporiyê di warê îdeolojî, çanda leşkerî de pêşxistina performansa gerîlayê nû. Ango gerîlayê li ser hîmê azadiya jin, li ser esasê azadî û wekheviyê xwe ava kiriye. Weke jin û zilam îro enerjiyekî nû û sînerjiyekî pir xurt ava kiriye. Li ser fikr û ramana Rêber Apo kûraniya hatî çêkirin cewherekî pir kûr derxistiye holê. Li ser va hîma em dixwazin taqtîk kûranî û zengînî pêş bixînin. Roja îro li hember teknolojiya serdemê ne tenê  li ser erdê şer bimeşînin, di bin erdê de jî şer bimeşînin. Di vê çerçoveyê de em di şerê gerîla de dixwazin kûranî çêbikin. Şerê bin erd û ser erd. Şerê gel, şerê parastina cewherî bi şêwazên pisporî bi rê bixînin û wisa li hemberî teknolojiya serdemê jêhatbûna însan, îradebûna însan, teknîka însan derxînin holê. Dijmin madiyat esas digre, teknîkê madî dixwaze encam bigre. Em manewiyatê esas digrin. Em dixwazin teknîkê manewiyata însan pêş bixînin û kûr bikin, wisa teknîka dijmin pûç bikin û serbikevin. Leşkerê dijmin leşkerekî bi pera ye. Li ser hîmê pera hatiye tevger kirin e. Leşkertiya Gerîlayê Azadiya Kurdistan li ser hîmê manewiyat û bîr û baweriyê ye. Ne madiyat e. Ew ferq û cihêwaziya me, bingeha zafera me ye.

‘KILÎTA’ DIJMIN DI DERÎ DE MAYE, NE DIKARE VEKE NE JÎ DIKARE DERXÎNE’

Niha dijmin  Zap kiriye hedef. Bi esasî ev ji bo wan şaşiyek bû. Ji ber ku ew dixwazin lez biçin encamê, destpêkê Zap kirin hedef. Ew difikirin ku Zapê bixînin, piştre wê bikaribin Garê û deverên din jî bikin hedef. Ji bona vê di destpêka şer de her derî, a niha jî taybet li KurêJahro, Werxelê, Şehîd Şahîn û Şehîd Berxwedan li ser hev êrîşên dijwar pêş dixin. Ji ber ku dixwazin zû biçin encamê, planeke wisa pêş xistin û nav lê kirin ‘Pençe Kîlît. ’ Lê ‘niha xûya ye Kîlît di mala xwe de ma, ango xetimî. Êdî ne vedike ne jî mifte derdikeve.’ Wisa êdî ew dikevine çiravê. Niha dijmin dixwaze eyaletên me yek yek dorpêç bike û bi alîkariya PDK wisa bikaribe çûyin-hatina qût bike û yek yek eyaletan bixîne. Yekê bixîne piştre derbasî yê dîtir bibe. Cardin dixwaze lez bike. Ji ber ku ji bo wan zêde wext nemaye. Divê ku lezî xilas bikin. Niha stratejiya dijmin wisa ye.

Di vê çerçoveyê de rojên derbasbûyî de li Botanê herema Cûdî li hemberî dijmin rêze çalekî pêşketin. Ew çalakî ne xerab bûn. Cardin niha Yekîneya Tolhildanê A Şehîd Bedran Gundikremo rêze çalakî pêşxistin; ew ne xirab in. Dîsa Hêzên Rizgariya Efrînê rêze çalakî lidar xistin. Ew hemû pir girîng in. Em va çalakvanan hemûyan silav dikin. Divê roja îro li her deverê Kurdistanê her kesek li hemberê van êr,şên dijmin ê giştî xwedan helwest be û rêbazên berxwedanê gor şert û mercên herêma xwe pêş bixîne.

Niha îro Bakurê Kurdistan ji vê demê û şûnve dikare hîn zêde aktîf be. Bi giştî di zivistanê de li Bakur heval serketî bûn. Dijmin gelek operasyon pêşxist û vala derket. Encam negirt in. Destpêka zivistanê, ango payîzê li Bagok û li Dersîmê wendahiyên me çêbûn. Lê em ketin zivistanê şûnve hewldanên dijmin tu encam negirt in. Çend roj in dijmin qala Çiyayê Agirî dike. Dibê ‘me wendahî daye gerîla’ lê niha tu agahiyên me li ser wê nîne. Feqet xûyaye dijmin li Marînos darbeyekî cîdî xwariye. Gelek agahiyên bi vî rengî tên. Lê heya hîna hevala hîn tekmîl nedaye. Bi giştî niha Gerîlayên Bakurê Kurdistanê ket qonaxekî nû. Ango wekî salên bihurî gerîla meha Adar û Nîsanê de ti derbe nexwar in. Salên borî, bi ekserî meha Nîsanê de derbe dihat xwarin. Lê îsal gerîla ne tenê zivistanê, biharê jî mirov dikare bêje kû serkeftî bû. Ew derfetekî pir girîng bi xwe re ava dike. Ango heval li ser vê esasê di sala 2022’an de li hember êrîşê dijmin ê giştî dikarin hîn bi xurtahî aqtîf bin û têkevin tevgerê.

‘BERXWEDANA ZAPÊ WÊ SIBEROJA GELÊ ME Û GELÊN HERÊMÊ DIYAR BIKE’

Bêguman pêşengê vê demê berxwedana Zapê ye. Weke tê zanebûn eyaleta Zapê ne eyaleteke ji rêzê ye. Ango dîrokekî xwe heye û heya astekî performasekî xwe jî heye. Heval tê de serwer in. Ev cîhê bîr û baweriyê ye. Ango bawerî heye ku wê hevalên Zapê vê serdemê re pêşengtiyekî pir xurt bikin. Feqet divê ku hemî qad û eyalet, Zapê tenê nehêlin. Ango berxwedana li Zapê berxwedaneke netewî û demokratîk e. Ne tenê berxwedana eyaletekêye. Berxwedana tevahî Kurdistan û gelên herêma Rojhilata Navîn e. Çima? Em dizanin ku ew dijmin li ser pêla Turanîzmê tevdigere. Dixwaze xeta Îttîhat Terakî nû bike û serwer bike. Wisa dixwaze xwe di sed saliya Komarê de û sedsaliya Peymana Lozanê de cardin serwer bike. Ne di vê sînorê Tirkiyê de bimînin. Ewana dibêjin, “ev sînorana ji bona me teng tên; ger em bi va sînorên heyî re bimînin em ê perçe bibin. Doza Kurd wê lidarbe û Tirkiyê perçe bike. Ji bo ku wisa nebe divê ku em doza Kurd ji holê rakin, siyaseta qirkirinê bimeşînin û divê em xwe fireh bikin. Ango bi xeta Îttîhat Terakî qirkeriyê bimeşînin.” Çawa ku Ermenî, Asûrî, Sûryan di qirkirinê re derbas kirin û li ser Kurda jî demek dirêj qirkirin meşandin; a niha divê li ser Kurda siyaseta qirkirinê jî nûve serwer bikin. Ew xet xetekî wisa ye. Dixwaze sedsaliya Komar û Lozanê de ji bo xwe serdemekî nû pêş bixîne. Serdema ku dewleta Tirkiyê ne çûk bibe dewleteke mezin ango dewleteke emperyal a heremî be. Va hişmendiya Turanîzmê ji bo gelê Kurd xeterekî mezin e; rast e; lê ji bo kedkarên Tirk, Ereb, Asûrî-Sûryan, Ermen, gelê Faris û hemû gelên heremê jî xetereke mezin e. Ji bona wê berxwedana îro li Zapê tê meşandin û derdorê berxwedana Zapê berxwedana ku şoreşa me di tevahî Kurdistanê de îro dimeşîne berxwedaneke neteweyî û demokratîk e. Berxwedaneke siberoja gelê Kurd û gelên herêmê ye. Di vê astî de girîng û stratejîk e. Beriya hemû kesan lazim e hevalên Zapê di ferqa vê de bin. Lê hemû şoreşgerên tevahî Kurdistanê divê berpirsiyar nezî vê demê bibin.

‘NEXWEŞXANEYÊN DIJMIN TIJÎ KUŞTÎ Û BIRÎNDAR E’

Heya niha li Zapê rewşa meşiyayî rexmî hinek kêmasiya jî baş e. Mirov dikare wisa pênase bike. Bi taybet roja destpêkê dijmin xwest gelek cîhan bi hev re leşker deyne erdê û wisa hevalan şaş bike; xwe di hinek cîha de bi cîh bike û serwer bibe. Lê hevalan bi hişyariyekî mezin û ruhekî bilind bi rastî pêvajo baş rêvebirin. Bersivê pêwîst dan dijmin. Rast e belkû me şehîdên qehreman dan lê hevala plana dijmin a destpêkê têk birin. Ji ber ku ew her 2-3 rojên pêşiyê wisa serkeftî bû. Me berê jî qala vê kiribû; ew bû bingeha serkeftina giştî. A niha vaye mehek derbasbû. 33 roj temam bûn û dijmin heya niha ti encamekî berçav negirtiye. Ew ji bo dijmin têkçûn e. Plana dijmin li vir xetimî ye. Wa heqîqetê rayedarê dewleta Tirk baş dizanin. Lê rexmî vê jî wekî şerê psîkolojîk xwe serkeftî raber dikin û dibêjin ‘me qonaxa yekemîn bi serkeftî temam kiriye.’ Ew derewek mezin e. Heya niha wana ti encam negirtiye. Rexmî ku zêdehî 400 kuştiyên wan heye, heya niha  tenê 10 kuştiyê xwe îtiraf kirin e. Lê nikarin heya dawiyê veşêrin. Her rojê li deverekê eşkere dibe ku kuştiyên wan ê nehatine îlan kirin pir zêde ne. Nexweşxana wan tijî kuştî û birîndar bûne. Wê heqîqetê hikûmeta şerê taybet ji civak û raya giştî vedişêre. Ango heya niha ew ne serkeftî ne, ew têk çûne. Lê diyare vê heqîqetê wê zû bi zû îtiraf nekin û wê ew bixwazin israr bikin. Divê em vê bizanibin û heval li gorî vê tevbigerin.

Îhtîmala mezin planê dijmin ew bû ku di hundirî 3 hefta de Zapê çareser bike û dûvre jî xwe fireh bike heya Metîna. Piştre jî deverê dîtir bike hedef. Ango niha çima berdaîm li Tepê Hekarî, Tepê Cûdî, Tepê Bahar û li wan herêma dixe? Ji ber ku esasî ew dever jî qapsamê planê wan de ye. Kengî xwe li rojhilatê Zapê serwer bike, ew dixwaze derbasî Rojavayî Zapê bibe. Feqet heya niha derbas nebûye. Ji ber ku li wir plana xwe pêk nehat. Plan xetimî, ka wê niha çawa bike, divê mirov lê meyze bike.

‘DI DESTÊ WAN DE TENÊ KÎMYASAL MAYE, EW JÎ LI HEMBERÎ ŞÊWAZÊN ME NEÇAR YE’

Niha fêm bû ku dest dijmin de ti derfetekî zêde tine ye. Teknîka xwe ji xwe hemû bikar tîne. Di destê wan de tenê kîmyasal maye. Kîmyasal jî bi esasî li hemberî şêwazê em dimeşînin, ango şêwazî li ser erdê tîm û şêwazî bin erd ne çare ye. Ew çeka, wî nikare bibe serkeftinê. Hêvî û bendewariya me ne tenê wisa wekî wê heval berxwe bidin. Na! Em dibêjin wê heval afrînerî kûr bikin, bi aqil tevbigerin û bi plan kar bikin. Heval ruhê rêhevaltî yê kolektîvîst di nav xwe de geş bikin û hevdû temam bikin; wisa dijmin têk bibin.

‘ÇAVÊN GELÊ KUKRD, DOSTAN Û DEMOKRASÎXWAZAN LI ZAPÊ YE’

Niha em di serdemekî dîrokî de ne. Heval jî di vê dema dîrokî de li ser sehnê ne. Di dîlanê de ne. Li pêş çavê gelê Kurd hemî ne. Îro çavê gelê Kurd, dostan û çavê hemû demokratîkxwezan li Zapê ye. Ji ber vê divê herkes li berpirsiyariya xwe ya dîrokî xwedî derkeve. Rê nede wendahiyan, rê nede ku dijmin ji kêmasiyan îstîfade bike. Ev pir girîng e. Bi taybet ji bona şerê tûnelan taybetmendiyên derketin holê divê heval li ser wan esasan kûranî çêkin. Bi afrînêr, bi fedakarî tevbigerin teqez wî dijminî vala derxînin. Ku cîhê pêwîst bû her yek bibe fermandariyeke demê. Ger wisa tevgerîn hebe, em bawer in wê heval teqez bi serbikevin. Dîrokeke nû wisa ava bikin.

Parastina me parastina aktîf e. Ango êrîş e. Hevalên di hûndirê tûnêlan de dikarin vî rêbazî aktîf tevbigerin û çalakiyan çêbikin. Lê bi taybet Tîmên bi Tevger, li her herêmê teqez divê rolê pewîst bileyze. Tîmên bi tevger divê pir veşartî tevbigerin. Wekî xeyalet bin. Kengî xwestin derkevin lê kengî xwestin jî ne xûya bin. Çawa heval divê bizanibin ku xwe li hemberê keşfê û hemû teknîkên dijmin biparêzin, heman rengî her tim bi rêbazên sabotaj, suîqast, darbeleme, serdegirtin û bi rêbazên xefk (pusî) derbên dijwar li dijmin bixin. Gelek cara yek gule, li ser dijmin tesîrekî mezin çêdike. Tîmên bi tevger li ser vî esasî divê li ser rê û rêbazan de kûranî çêbikin. Bi taybet sabotaj û suîqast, cardin ji bo dijmin xefk çêkirinê de divê kûranî hebe.

‘LI BIN HER DAREKÊ, LI BIN HER KEVIREKÎ GERÎLA…’

Em bawer in ku roja îro terzê tevgerîna tîmên pispor rast bikaranîn, ti hêz nikare derbe li tîman bixe. Wisa em ê bikaribin her derê li dijmin bikin dojeh. Bin her darekê de, her kevirekî de wekî ku gerîlayek heye, li dijmin her derê bikin gerîla. Jixwe ev tirs û xof ketiye zikê dijmin. Ji bona wê jî tirsonekî di nav dijmin de kûr bûye. Feqet divê mirov zeîfiyê dijmin zêde newerimîne. Rast e; dijminê li hemberê me niha îrada xwe ya şer nîne. Eskerê kîra girtîne ango bi pera ne. Çete jî bi pera hatine û îradeya şer bi wan re nîne. Tirsonekî di nav wan de wek nexwaşiyekê pêş ketiye. Di pratîkê de heval bi çavê xwe dibînin. Feqet aliyê xwe ê xurt jî hene. Mesela teknîka xwe xurt e. Amûrên xwe yê çavderiyê xurt e. Ji bona wê divê em aliyê xurt pir dîqet bikin û çawa emê vala derxînin li ser vana rawestin. Aliyê dijmin ê zeîf jî li ber çavê xwe zêde mezin nekin. Nebêjin ‘dijmin nikare tiştekî bike.’ Na! Di vê xisûsê de gotinekî serokê şoreşa Çînê Mao Zedung pir girîng heye. Dibêje, ‘divê mirov dijmin di teqtîk de wekî pilingekî bibîne lê divê mirov bizanibe dijmin stratejiyê de pilingekî ji kaxiz e.’ Ango  di strateijiyê de wekî kaxizekî bibîne, lê di teqtîkte tedbîrê xwe bigre û wekî pilingekî rasteqîn bibîne. Hemû heval divê wisa tevbigerin.

Mijara din a girîng ku divê heval li ser rawestin mijarê çapemenî ye. Ew şerê îro dimeşe şerê gel e. Divê em vî şerê ji civakê re bikin mal. Ji bona wê divê heya destê me tê hemû tiştî em belge bikin, bi qamerayan bikşînin. Cardin divê heval dem bi dem bi xwe dîmena bikşînin, biaxivin û beşdarî bernama bibin. Ew tiştekî baş e. Ango em ji bo vî şerî dibêjin; ne tenê li Zapê yê, hemû Kurdistanê ye. Wê demê em bi civaka Kurdistanê re jî parvebikin û bikin mal. Beşekî şer jî çapemenî ye ango propaganda ye. Ya din jî dijminê li hemberê me şer dike, wek şerekî psîkolojîk tevger kiriye. Pir zêde derewa dike û înkar dike. Wendahiyên xwe ji civaka xwe vedişêre. Binketina xwe jî wek serkeftinekî raber dike. Ji bona wê lazim e em vî şerî psîkolojîk bi propagandaya şoreşgerî pûç bikin. Di propagandaya şoreşgerî  de divê em heqîqetan bînin ser ziman.

Ew şerê ku tîm dimeşînin dijmin dixe zehmetiyê. Lê ew bi hêsanî nabe. Em bedela wê, keda wê didin. Divê ku gelê me zorî û zexmetiyê heyî jî bibîne. Di vê watê de hevalên beşdarî çapemeniyê dibin divê dijmin ne çûk ne jî mezin bikin. Heqîqetê bînin ziman. Heqîqetê me têrî hemû tiştî dike. Ango heqîqeta gerîlayê Zapê yek bîne ziman ji xwe ew propagandayekî herî mezin e. Ne hewce ye mirov dijmin biçûk bike, ne hewce ye mezin jî bike. Wisa divê mirov bi giştî raber bike. Em li hember dijminekî hov, li hember çekên kîmyasal, li hember çekên modern ê serdemê şer dikin û berxwedidin. Li hemberî ev çeka dijmin em îspata îrade, jêhatbûn û afrîneriya însan raber dikin. Ew mijarek pir girîng û heqîqetek pir mezin e.

Însanê li ser felsefa Rêber Apo kûranî çêkirî çawa dikare bi îrada xwe, bi afrînerî û bi aqilmendiya xwe teknolojiya serdemê vala derxîne, ew bêguman kûranî, ziravî, fedakarî, îrade û xîretekî dixwaze. Vana hatine raber kirin û wisa dijmin li wir encam nagre. Ne ku hema wisa dijmin tirsoneke, wisa em jî bi çend tîman encam digrin. Heqîqeta şer ne wisa ye. Divê mirov heqîqetê şerê heyî bîne ziman. Şerekî niha dibe şerekî giran û cîdî ye. Erê dijminê li hember me li ser madiyatê tevdigere û îrada xwe yê şer nîne lê teknolojiya serdemê hemû di destê wî de ye. NATO hemû jê re peyda kiriye. Hemû çeteyên di heremê de kom dike û tîne ser me. El Nûsra, bermahiyên Daîşê, Koricî û çeteyên her cûreyî pere û tişta dide wan û tîne ser me. Kûçikan dike şer, însana dike şûna kûçikan. Her rêbazî kar tîne. Ango li hember dijminekî wisa berxwedan pêşxistin ne hêsanî ye. Divê ku civaka me jî vê bizanibe. Divê em heqîqetan bînin ziman. Em tevgera heqîqetan e. Her tiştî me li ser hîmê heqîqetê ye. Wê demê divê propagandayê me jî bi heqîqetê bê meşandin.

‘DEM NE DEMA XWEDÎDERKETINA LI GERÎLA YE, GERÎLA BI XWE XWEDÎ LI XWE DERDIKEVE, DIVÊ GEL LI ERKÊN XWE XWEDÎ DERKEVE’

Dem ne ew dema ku gel li gerîla xwedî derkeve. Gerîla dikare bi xwe li xwe xwedî derkeve û gerîla hêzekî pêşeng e. Gel divê ne li gerîla, li erkên xwe yên welatparêziyê xwedî derkeve. Ango dem dema divê herkes li erka xwedî derkeve ye. Di çerçova Şerê Gel ê Şoreşgerî de erkên gerîla hene û erkên gel jî hene. Di vê çarçoveyê de divê ku gel li erka xwe xwedî derkeve.

Bi gîştî sala 2022’an ne saleke ji rêzê ye. Saleke stratejîk e. Jixwe tevgera me weke saleke awarte nirxand. Di vê salê de me seferberî îlan kiriye. Ev seferberî tenê ne ji bo gel e. Bêguman gelê me yê her çar parçêyên Kurdistan û bi taybet derveyî welat bi rastî kedekî pir mezin raber dikin. Her roj li kolana ne. Her roj bi dirûşma, “Bijî Berxwedana Gerîla û Bijî Serok Apo” tevdigerin. Em hemû gelê me yê çalakvan bi navê tevahî hevalên Gerîlayê Azadiya Kurdistanê silav dikin û ji wan re serkeftinê dixwazin. Em bawer in ku di serî de jinên azadîxwaz û ciwanên Kurdîstanê, tevahî gelê me di va dema seferberiyê de wê li erkên xwe xwedî derkeve û rola xwe bileyze. Di çerçoveya perspektifa neteweya demokratîk de gelê me yê Ereb, Asûrî-Sûryan, kedkarên gelê Tirk, Fars, Ermenî û her gelekî ku bi perspektîfa neteweya demokratîk tevdigere, wê di vî demî de rola xwe bileyze. Em bi vê hêvî û baweriyê hemû gel û demokratîkxwazên heremê bi rêzdarî silav dikin.”

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here